Rûsyayê berî gotûbêjên aştiyê êrîşî Ukraynayê kir!

Dîroka Weşanê :
Rûsyayê berî gotûbêjên aştiyê êrîşî Ukraynayê kir!

PeyamaKurd - Di êrîşeke Rûsyayê ya li ser otobuseke xizmetê li herêma Dnipropetrovsk a Ukraynayê de herî kêm 15 madenvan hatin kuştin û heft jî birîndar bûn.
Mezintirîn şîrketa enerjiyê ya taybet a Ukraynayê, DTEK ragihand ku êrîş roja Yekşemê pêk hatiye.

Daxuyaniya DTEKê got ku Rûsyayê êrîşeke berfireh li ser madenên şîrketê daye destpêkirin. Yek ji êrîşan li otobuseke xizmetê ya ku madenvanan piştî şifta wan dibir malê, xist. Bûyer li bajarê Ternivkayê qewimî.

Ombudsmanê Ukraynayê Dmytro Lubinets diyar kir, "Kesên di otobusa xizmetê de madenvanên sivîl bûn ku beşdarî şer nebûn. Ev tenê êrîşeke din a hovane ya îro ye ku bûye sedema qurbaniyan."

Di heman rojê de, êrîşeke din a Rûsyayê li nexweşxaneyeke dayikbûnê li Zaporizhzhiayê zerar da. Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di êrîşê de herî kêm neh kes, di nav de zarokek jî, birîndar bûne.

Li gorî Servîsa Awarte ya Dewleta Ukraynayê (SES), du êrîşan li nexweşxaneyê şewatek çêkir. Li gorî agahiyan, agir li qata duyemîn, ku qada qebûlkirina beşa jineolojiyê lê ye, dest pê kiriye. Parêzgarê Herêmê Ivan Fedorov destnîşan kir ku du jin û kurekî çar salî têne muayenekirin û piştre agir bi tevahî hatiye vemirandin.