PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 2yê Sibata 2026an li paytext Hewlêrê, pêşwazî li Cîgira Serokê Parlamentoya Eyaleta North Rhine-Westphalia ya Almanyayê Berîvan Aymaz û şandeya pê re kir.
Di civînê de bipêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de hatin gotûbêjkirin.
Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Aymaz di hevdîtinê de rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aramî û ewlehiya herêmê de bilind nirxand.
Aymazê bi taybetî ji bo hewildanên Hewlêrê yên di “kêmkirina şer û aloziyên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din” spasiya Serokwezîr Barzanî kir.
Berîvan Aymaza ku ji Çewlîgê ye, di siyaseta Almanyayê de wekî kesayeteke serkeftî tê naskirin û yekem koçber e ku gihîştiye posta Cîgira Serokê Parlamentoya Eyaletê.