Li ser daxwaza Serok Barzanî, sandeyeke bilind a PDKyê dest bi gera li nav partiyan kir

Dîroka Weşanê :
Li ser daxwaza Serok Barzanî, sandeyeke bilind a PDKyê dest bi gera li nav partiyan kir

PeyamaKurd – Li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi armanca yekkirina navmala Kurdî û helwêsta aliyên siyasî, komîteyeke bilind pêk anî û îro Çarşemê dest bi civînên xwe kir. 

Şandeya bilind a PDKyê ya ku ji endamên Polîtburoya partiyê Hoşyar Zêbarî, Piştîwan Sadiq û Elî Hisên pêk tê, di yekem pêngava xwe de li Hewlêrê serdana Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir. 

Armanca sereke ya vê tevgera dîplomatîk ew e ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 11ê Mijdara 2025an, hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi nêrîn û helwêsteke hevbeş beşdarî pêvajoya siyasî ya Iraqê bibin û li ser pirsên neteweyî û niştimanî lihevkirinekê dirust bikin.