PeyamaKurd – Wezareta Plankirinê ya Iraqê hûrgiliyên encamên serjimêriya giştî ya nifûsê li gorî parêzgeh û navçeyan eşkere kirin. Li gorî daneyên fermî, hejmara niştecihên parêzgehên Herêma Kurdistanê gihîştiye 6 mulyon û 519 hezar û 129 kesan. Ev hejmar dike ji sedî 14.13ê nifûsa giştî ya Iraqê ku bi tevahî 46 milyon û 118 hezar kes e.
Di hûrgiliyên amaran de guhertineke demografîk a balkêş derket pêş; nifûsa parêzgeha Hewlêrê ji nifûsa hevbeş a parêzgehên Silêmanî û Helebçeyê derbas bûye. Li gorî daneyan, Hewlêr bi 2 mîlyon û 517 hezar û 534 kesan ve parêzgeha herî qelebalix a Herêma Kurdistanê ye û ji sedî 38.62ê nifûsa Herêmê pêk tîne. Li hember vê yekê, nifûsa Silêmanî û Helebçeyê bi hev re 2 mîlyon û 401 hezar û 724 kes e, ku dike ji sedî 36.84. Parêzgeha Dihokê jî bi 1 miyon û 599 hezar û 871 kesan, ji sedî 24.54ê nifûsa Herêma Kurdistanê dihewîne.
Li aliyê din, cudahiyeke mezin di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê de di warê jiyana bajarvaniyê de heye. Li Herêma Kurdistanê rêjeya niştecihbûna li bajaran gelekî bilind e û gihîştiye ji sedî 85, herwiha tenê ji sedî 15ê xelkê li gundan dijîn. Di vê mijarê de Silêmanî û Helebçe bi rêjeya ji sedî 89ê niştecihbûna li bajaran, di rêza yekem de ne. Lê belê li parêzgehên din ên Iraqê nifûsa gundan zêdetir e û rêjeya kesên li gundan dijîn digihîje ji sedî 32yan.
Di warê dabeşbûna zayendî de jî taybetmendiyeke ciyawaz tê dîtin. Li Herêma Kurdistanê hejmara mêran hinekî ji ya jinan zêdetir e û gihîştiye ji sedî 50.39. Lê berevajî vê yekê, li parêzgehên wekî Kerkûk, Mûsil (Nînewa), Selahedîn, Enbar û Diyalayê hejmara jinan ji ya mêran zêdetir e. Bi taybetî li Kerkûkê hejmara jinan zêdetirî bi 10 hezar kesan ji ya mêran zêdetir hatiye tomarkirin.