PeyamaKurd – Peywendiyên di navbera Amerîka û Îranê de gihîştine qonaxeke pir nazik ku tê de her du alî hem behsa şer û hem jî behsa maseya danûstandinan dikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku fîloyeke deryayî ya pir mezin ber bi herêmê ve di rê de ye û daxwaz kir ku Tehran bêyî derengmayînê dest bi mizakereyan bike.
Trump tekez kir ku her çend ew hêvî dike bikaranîna hêzê nebe mecbûrî, lê fîloya bi serokatiya keştiya “USS Abraham Lincoln” û mûşekên Tomahawk ji bo her senaryoyekê amade ne.
Trump derbarê rewşê de got, “Em ê bibînin ka çi dibe” û nîşan da ku wî dem daye Tehranê.
Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî piştî hevdîtina xwe ya li gel Hakan Fîdan, ragihand ku welatê wî ji bo danûstandinên “dadperwer” amade ye, lê bi tu awayî diyaloga di bin gefan de qebûl nake.
Araqçî diyar kir ku Îran “hem ji bo danûstandinê û hem jî ji bo şer amade ye”.
Di vê navberê de, Tirkiyeyê banga aramiyê kir; Wezîrê Derve Hakan Fîdan destnîşan kir ku Enqere li dijî her cure destwerdaneke leşkerî ye û daxwaz kir ku kêşe bi rêya dîplomasiyê û “li ser bingeha îradeya gel” were çareserkirin.