PeyamaKurd – Li herêma beyabana Dêra Zorê ya Sûriyeyê, di navbera endamên eşîran de li ser parvekirina “genîmetên şer” pevçûnên dijwar derketin.
Li gorî agahiyên ji gundê Duveyrayê hatine girtin, ji ber nakokiyên navxweyî çekdarên eşîran “malên hev şewitandin” û şer heta saetên sibê berdewam kir.
Hevdem li herêma Ezbeyê, ji ber nakokiya li ser dahata petrolê ya bi hikûmeta Şamê re, eşîran agir berda çend bîrên petrolê.
Hat ragihandin ku eşîrên Ereb daxwaza “para eşîrî” ya ji dahata petrolê dikin, wekî ku di serdema Rêveberiya Xweser de werdigirtin.
Piştî ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ev daxwaz red kir, rageşî veguherî çalakiyên şewitandina bîrên petrolê û aloziyeke mezin li herêmê peyda bû.