PeyamaKurd- Li bajarê Newark ê eyaleta New Jersey ya Amerîkayê, di êrîşeke çekdarî de herî kêm çar kes, ku yek ji wan zarok e, hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Piştî êrîşê, gelek hêzên ewlekariyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Derbarê nasname û aqûbeta êrîşkaran de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Polîs sedema êrîşê lêkolîn dike.