PeyamaKurd – Li Skotlandê serdemeke nû ji bo zimanên xwecihî dest pê kir. Zimanên "Galî" (Gaelic) û "Skotiya Jêrîn" (Scots) bi fermî statuya zimanên dewletê wergirtin.
Ev guhertin bi Qanûna Zimanê Skotî, ku di meha Hezîranê de ji aliyê parlamentoyê ve hatibû qebûlkirin û piştre erêkirina Qraliyetê wergirtibû, roja Yekşemê (30ê Mijdarê) ket meriyetê. Dîroka meriyetê bi taybetî hat hilbijartin ku bi Roja St. Andrew (Roja Neteweyî ya Skotlandê) re hevdem be.
Yek ji xalên herî girîng ên vê qanûnê ew e ku maf dide dê û bavan ku li herêma xwe daxwaza vekirina dibistanên bi zimanê Galî bikin.
Cîgira Serokwezîra Skotlandê Kate Forbesê ev gav wekî "qonaxeke dîrokî" bi nav kir û got:
Ev qanûn cihê girîng ê van zimanan di çand û mîrata Skotlandê de nas dike û diparêze."
Hikûmeta Skotlandê ragihand ku ji bo piştgirîkirina van zimanan îsal budçeyeke bi qasî 36 milyon sterlîn veqetandiye. Li gorî daneyên dawî, nêzîkî 130 hezar kes li welêt bi zimanê Galî diaxivin.