MSDyê girtina cîgirê hevserokê xwe şermezar kir: Ev pêngav zirarê dide diyalogê

Dîroka Weşanê :
MSDyê girtina cîgirê hevserokê xwe şermezar kir: Ev pêngav zirarê dide diyalogê

PeyamaKurd – Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku Cîgirê Hevserokê MSDyê Xesan El-Yûsif li parêzgeha Dêra Zorê ji aliyê çekdarên rejîma demkî ya Sûriyeyê ve hatiye girtin.

MSDyê bi daxuyaniyeke tund ev kiryar wekî "tepeserkirina siyasî" pênase kir û daxwaza serbestberdana tavilê ya El-Yûsif kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Xesan El-Yûsif kesayetiyekî welatparêz e û her tim parastina rêyên aştiyane û diyalogê kiriye.

MSDyê hişyarî da ku girtina siyasetmedarên ku li çareseriyên neteweyî digerin, peyameke neyînî dide pêvajoya veguherîna siyasî û aramiya herêmê dixe metirsiyê.

Her wiha di daxuyaniyê de careke din hat dubarekirin ku projeya Rêveberiya Xweser ne projeyeke "veqetandinê" ye, lê belê ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û aştiya civakî hatiye avakirin.