PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû, nerazîbûna xwe ya li hemberî nêzîkbûna dîplomatîk a di navbera Erebistana Siûdî, Tirkiye û Qeterê de anî ziman.
Netanyahû di civîneke çapemeniyê de peyameke tund ji hikûmeta Riyadê re şand û diyar kir ku her kesê daxwaza normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re dike, divê ji "îdeolojiyên berevajî aştiyê" dûr bisekine.
Li gorî analîza Times of Israelê, Tel Avîv ji ber bidûrketina Siûdî ji Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (MYE) û avakirina tifaqa nû bi Enqere û Dohayê re nîgeran e.
Ev di demekê de tê ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî piştgiriya xwe ji bo "platformeke ewlehiya herêmî ya berfireh" nîşan daye.
Her çendî Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl dide bi rêya "Peymanên Birahîm" û firotina firokeyên F-35 pêvajoya normalîzekirinê bileztir bike, lê Riyad ji bo gava dawî şertê "çareseriya du dewletan" û mîsogerkirina mafên Filistîniyan wekî xeta sor diparêze.