PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu şertek ji bo rêkeftinekê bi Sûriyê re destnîşan kiriye ku herêma ji paytext Şamê heta herêma tampon a başûr bêçekdarkirin.
Li gorî daxuyaniyek nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê, Netanyahu di nexweşxaneya ku ew lê diman de serdana leşkerên ku di pevçûnên di dema êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser bajarokê Beyt Cinn a li başûrê Sûriyeyê di 28ê Mijdarê de birîndar bûbûn kir.
Netanyahu diyar kir ku "bi niyeta baş û têgihîştinê mimkun e ku bi Sûriyan re rêkeftinek çêbibe", lê zêde kir ku "ew jî bi biryar in ku prensîbên xwe biparêzin."
Netanyahu şertek danî ku herêma ji Şamê heta herêma tampon a başûr, tevî herêma derdorê û lûtkeya Çiyayê Hermon, ku di bin kontrola Îsraîlê de ye, wekî beşek ji rêkeftina bi Sûriyê re bêçekdarkirin. Wî diyar kir ku artêşa Îsraîlê wê li herêmên ku piştî hilweşandina rejîma Esed li Sûriyeyê kontrol kiriye bimîne.
Hêjayî gotinê ye ku ragihandina Netanyahu ya li ser rêkeftinekê bi Sûriyê re piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bang li Îsraîlê kir ku "diyalogeke xurt û rasteqîn bi Sûriyê re bidomîne".
Her çend danûstandinên ji bo rêkeftineke nû ya ewlehiyê di navbera Îsraîl û Sûriyê de ku bi navbeynkariya Amerîkayê hatin kirin, bi ser neketin.