Nicolas Maduro li New Yorkê dê derkeve pêşberî dadwer

Dîroka Weşanê :
Nicolas Maduro li New Yorkê dê derkeve pêşberî dadwer

PeyamaKurd – Serokê berê yê Venezuelayê Nicolas Maduro yê ku piştî operasyoneke taybet a hêzên Amerîkî li Karacasê hatibû girtin, îro li Dewletên Yekbûyî cara yekem dê derkeve pêşberî dadgehê. Tê payîn ku Maduro îro piştî nîvro li Dadgeha Federal a New Yorkê, bi serokatiya Dadwer Alvin Hellerstein, bersiva tawanên li dijî xwe bide.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê Maduro bi tawanên giran ên wekî "bazirganiya navneteweyî ya madeyên hişber" û "terorîzma narkotîkê" tawanbar dike. Li gorî îdianameya ku 3yê Çileyê hatiye weşandin, ev doz encama lêkolîneke 15 salan e ku tê de Maduro wekî berpirsê rasterast ê tora narkotîkê tê nîşandan.

Washington li ser operasyonê dê bicive hevdem li gel destpêkirina pêvajoya dadgehê, Qesra Spî amadekariyên agahdarkirina Kongreyê dike. Rêveberiya Trump dê îro saet 17:30an de civînek girtî li gel "Çeteya Heştan" (serokên her du partiyan û komîteyên îstîxbaratê) dê pêk bîne. Di vê civînê de rayedarên sereke yên wekî Wezîrê Derve Marco Rubio û Rêveberê CIA John Ratcliffe dê hûrgiliyên operasyona li Venezûelayê û gavên paşerojê parve bikin.

Tê payîn ku piştî vê civîna taybet, di dawiya hefteyê de hemû endamên Senatoya Amerîkayê li ser vê krîza dîplomatîk û hiqûqî bên agahdarkirin.