NYT: Hejmara miriyan di destwerdana DYAyê ya li Venezuelayê de gihişt 80 kesî

Dîroka Weşanê :
NYT: Hejmara miriyan di destwerdana DYAyê ya li Venezuelayê de gihişt 80 kesî

PeyamaKurd – The New York Times (NYT) diyar kir ku hejmara miriyan di destwerdana leşkerî ya Amerîkî ya li Venezuelayê de gihaştiye 80 kesan û dibe ku zêde bibe.

Rayedarekî Venezuelayî yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin li ser qurbaniyên di destwerdana leşkerî ya Amerîkî ya li Venezuelayê de şîrove kir.

Rayedar diyar kir ku hejmara miriyan di destwerdana leşkerî de, ku Maduro tê de dîl hatiye girtin, gihatiye 80 kesan û dibe ku zêde bibe.

Wezîrê Derve yê Venezuelayê Yvan Gil, bêyî ku hejmareke rast bide, berê diyar kiribû ku Amerîkayê Maduro bi kuştina leşker û sivîlan revandiye, bi vî awayî bendên Peymana Neteweyên Yekbûyî, qanûna navneteweyî û mafên mirovan ên bingehîn binpê kiriye.

Çi qewimî?

Doh, li dora saet 2:00ê sibehê bi dema herêmî, li Caracas, paytexta Venezuelayê, dengê teqîn û balafiran hat bihîstin.

Piştî teqînan, hikûmeta Venezuelayê Amerîkayê bi êrîşa li ser tesîsên sivîl û leşkerî li deverên cûda yên welêt tawanbar kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku êrîşeke berfireh li dijî Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro hatiye destpêkirin û Maduro û jina wî ji welêt hatine derxistin.

Serdozgerê Giştî yê Amerîkayê Pam Bondi jî ragihand ku li Amerîkayê li dijî Maduro û jina wî Cilia Flores doz hatine vekirin û Maduro bi sûcên "terorîzma madeyên hişbir, bazirganiya kokainê û hebûna çekên makîneyî û amûrên têkder li dijî Amerîkayê" tê tawanbarkirin.

Hikûmeta Venezuelayê bang li civaka navneteweyî kir ku kiryara Amerîkayê şermezar bike. Her çend hin welatan êrîş rexne kirin jî, hinên din di daxuyaniyên xwe de piştgirîya xwe ji bo Amerîkayê anîn ziman.