PeyamaKurd – Rêberê Katolîkên Cîhanê Papa Leo XIV, di daxuyaniya xwe ya dawî de helwesta Vatîkanê ya derbarê krîza Rojhilata Navîn de dubare kir û destnîşan kir ku bêyî avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê, aştî pêkan nîne.
Leo XIV, ku wekî yekemîn Papayê Amerîkî yê di dîroka Vatîkanê de tê naskirin, ev daxuyanî di dema geşta xwe ya ji Tirkiyeyê ber bi Lubnanê ve, di balafirê de da rojnamevanan.
Papa di axaftina xwe de mikur hat ku Îsraîl hêj vê nêrînê qebûl nake û got:
Em dizanin ku Îsraîl hîn jî li dijî vê yekê ye, lê em wekî Vatîkan, vê yekê wekî 'çareseriya yekane' dibînin."
Li gorî nûçeya Reutersê, Papa bi zimanê Îtalî axivî û bal kişand ser rola navbeynkariyê ya Vatîkanê: "Em dostên Îsraîlê ne jî. Armanca me ew e ku em bibin pirek û alîkariya her du aliyan bikin daku bigihîjin çareseriyeke adil."