Siyasetmedarê Kurd Serbaz Berzencî bi Serokwezîrê Brîtanyayê re civiya

Dîroka Weşanê :
Siyasetmedarê Kurd Serbaz Berzencî bi Serokwezîrê Brîtanyayê re civiya

PeyamaKurd – Serbaz Berzencî, siyasetmedarê Kurd û kesayetê bi bandor ê Partiya Karker a Brîtanyayê, li Londonê li “10 Downing Street”ê bi Serokwezîr Keir Starmer re hevdîtinek pêk anî.

Berzencî di vê civînê de nameyek taybet pêşkêşî Starmer kir û tê de daxwaz kir ku Brîtanya di her cure çareseriyeke siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de, piştgiriyê bide mafên destûrî yên Kurdan û “mafê wan ê diyarkirina çarenûsê”.

Berzencî di nameya xwe de tekez kir ku piştgiriya ji bo Rêveberiya Xweser a Rojava ne tenê erkekî mirovî ye, lê di heman demê de ji bo ewlehiya navneteweyî “veberhênaneke stratejîk” e.

Serokê koma “Kar ji bo Kurdan” hişyarî da ku lawazbûna rêveberiya Xweser dê bibe sedema vejîna DAIŞê û krîzeke mezin a koçberiyê ku dê bandoreke giran li Brîtanyayê bike.

Berzencî ji Serokwezîr Starmer daxwaz kir ku rê nede Kurd ji bo “sedsaleke din werin jêbirin”.