Tehran: Bernameya me ya atomî rewa ye, astengî zextên Rojava ne

Dîroka Weşanê :
Tehran: Bernameya me ya atomî rewa ye, astengî zextên Rojava ne

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, îro (Duşem, 01.12.2025) di civîna xwe ya heftane de ragihand ku çalakiyên navokî yên Îranê li gorî Peymana NPT mafekî yasayî û rewa ne.

Bekayî tekez kir ku krîza heyî ne ji ber Îranê, lê ji ber "siyasetên zordar û zextên hêzên derve" derketiye. Li gorî berdevk, heta ku welatên Rojava dev ji daxwazên xwe yên bêbingeh bernedin û mafên Îranê nas nekin, çareserî ne pêkan e.

Her çend berpirsên wekî Elî Larîcanî û Ebbas Eraqçî peyama "amadebûna ji bo diyalogê" bidin jî, têkiliyên ku piştî 5 gerên danûstandinan li Omanê bê encam mabûn, bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê û bersivên Amerîkayê re bi temamî xitimîne.