Trump: Pêwîstiya me bi Greenlandê heye

Dîroka Weşanê :
Trump: Pêwîstiya me bi Greenlandê heye

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, bi îdiaya ku hebûna Rûsî û Çînî li welatê giravî yê stratejîk Greenlandê zêde dibe, got, "Em ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî hewceyê Greenlandê ne."

Trump ev gotin di balafirê de ji rojnamevanan re kir ku ji Florîdayê vedigeriya Washingtonê, ku wî li wir betlaneya xwe derbas dikir.

Trump îdia kir ku Greenland cihekî "pir stratejîk" e û niha ji hêla keştîyên Rûsî û Çînî ve hatiye dorpêçkirin.

Dema ku ji Trump li ser destwerdana muhtemel a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Greenlandê hat pirsîn, wî got, "Em ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî hewceyê Greenlandê ne û Danîmarka wê nikaribe vê yekê bike."

Trump herwiha îdia kir ku kontrola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser Greenlandê wê xizmeta berjewendiyên berfirehtir ên Rojavayî bike, îdia kir ku Yekîtiya Ewropî (YE) jî ji bo ewlehiya xwe "pêdiviya wê" heye.