PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên çapemeniya Brîtanyayê, hat îdîakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump plan dike ku ji bo tevlîbûna nav Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji bo her welatiyekî Gronlandê 1 milyon dolar pêşniyar bike.
Rojnameya Daily Mailê di nûçeya xwe de bal kişand ser ku nifûsa Gronlandê nêzî 57 hezar kes e û piştî hevdîtina Trump a bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re, çarçoveya peymaneke mayînde ya derbarê herêma Arktîk û Gronlandê de hatiye diyarkirin.
Her çend Trump diyar kiribe ku ew ê ji bo bidestxistina vê giravê hêzê bi kar neyîne jî, ev îdîaya li ser dayîna pereyan di rojeva cîhanê de deng vedaye.