PeyamaKurd- Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, Wezîrê Derve û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fuad Husên, li Bexdayê bi mebesta yekxistina dîtinên siyasî di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, ligel hejmarek fraksiyon û hevpeymaniyên Iraqî civiya.
Di destpêka hevdîtinên xwe de, Fuad Husên ligel Wezîrê Berevaniyê û Serokê Partiya Hesm, Sabit Abbasî û endamên wê partiyê civiya. Di civînê de her du alî li ser piştgirîkirina aramiya welat di çarçoveya destûrê de hevdeng bûn.
Fuad Husên serdana Hevpeymaniya Eqda Niştimanî kir û ligel serokê kutleyê Abdulemîr Mayyahî civiya. Di vê hevdîtinê de giranî hate dayîn ser amadekirina dîtineke hevbeş ji bo birêvebirina qonaxa bê. Di heman çarçoveyê de, ligel Serokê Tevgera Someriyan Ehmed Esedî jî civîneke din pêk anî û amadekariyên ji bo pêkanîna kabîneya nû gotûbêj kirin.
Husên serdana Hevpeymaniya Azm jî kir û ligel serokê hevpeymaniyê Musenna Samirayî û endamên wê civiya. Di vê civînê de hûrgiliyên pêkanîna hikûmetê û tijîkirina postên serokatiyê hatin nirxandine û hat diyarkirin ku nêrînên aliyan nêzikî hev in.
Di berdewamiya hevdîtinên xwe de, Fuad Husên ligel serokê Hevpeymaniya Nehcî Niştimanî Dr. Ebdulhuseyn Mûsewî civiya. Her du aliyan bal kişandin ser guhertinên dawî yên li Iraq û herêmê, herwiha astengiyên li pêşiya ewlehiyê. Di civînê de hate gotin ku divê mafên destûrî werin dabînkirin û xizmetguzariyên herî baş ji bo gel werin pêşkêşkirin.
Di dawiyê de, Husên ligel Serokê Hevpeymaniya Tesmîm Şêx Amir Fayiz û endamên wê civiya. Di vê civînê de tekezî li ser wê yekê hate kirin ku pêvajoya pêkanîna hikûmetê û yekalîkirina postên serokatiyê, divê di dema xwe ya qanûnî de pêk were, da ku welat bikaribe rûbirûyê her gefeke ewlehî û aborî bibe.