Ji Îlham Ehmed peyama spasiyê û banga berdewamiya piştgiriyê

Dîroka Weşanê :
Ji Îlham Ehmed peyama spasiyê û banga berdewamiya piştgiriyê

PeyamaKurd- Siyasetmedara Rojavayê Kurdistanê ya bi ser PYDê ve Îlham Ehmed, ji bo piştgiriya gelê Kurd li seranserê cîhanê peyameke spasiyê pêşkêş kir.

Îlham Ehmed li ser hesabê xwe yê Xyê ji Kurdan xwest ku xebata xwe bidomînin da ku rê li ber qirkirinê bigirin û got: "Em spasiya hemû gelê Kurd çi li welat û çi li dîasporayê ji bo piştgiriya wan a dilsoz û berpirsiyarane ya bo têkoşîna Rêveberiya Xweser û hêzên wê li Sûriyeyê dikin."

Ehmed diyar kir: "Dengê we, piştgiriya we û çalakiya we ya siyasî û medyayî xêzeke parastinê ya rastîn ji bo rûmeta gelê me û mafê wan ê jiyana bi azadî û ewlehiyê  pêk aniye."

Herwiha Ehmed got: "Em ji we dixwazin ku hûn bi biryardariyeke bêrawestan hewlên xwe bidomînin da ku gefa qirkirinê li dijî gelê me bi dawî bikin."