Yûnanistan wê ji Îsraîlê 692 milyon euro roketavêj bikire

Dîroka Weşanê :
Yûnanistan wê ji Îsraîlê 692 milyon euro roketavêj bikire

PeyamaKurd – Komîsyona taybet a çekan a Parlamentoya Yûnanistanê wê li ser kirîna roketavêjên piralî yên celebê PULS ên ku ji hêla Îsraîlê ve hatine çêkirin bi bihayê 692 milyon euro nîqaş bike.

Di civînê de wê komîsyonê li ser modernîzasyona wesayîtên tespîtkirin û bêbandorkirina mayînên binavî, topên sereke yên MEKO yên 5 înç (127 mm) û bernameya şerê elektronîkî, ku bi tevahî 100 milyon euro ye, agahdar bike.

Piştî agahdarkirinê, Wezîrê Parastinê yê Yûnanistanê Nikos Dendias wê li ser kirînan pêşkêşiyekê bike.

Kirîna çekan, ku wê ji bo pejirandinê pêşkêşî Meclîsa Giştî ya Parlamentoyê were kirin, wê beşek ji bernameya parastinê ya navîn-dem a Yûnanistanê, Mertala Axîl, be.