Agirbesa navbera Hindistan û Pakistanê heya 18ê Gulanê hat dirêjkirin

Agirbesa navbera Hindistan û Pakistanê heya 18ê Gulanê hat dirêjkirin

PeyamaKurd – Piştî şerê navbera Pakistanê û Hindistanê di 10ê Gulanê da agirbes hatibû kirin û niha ew agirbes heya 18ê Gulanê hat dirêjkirin.

Hindistanê di 7ê Gulanê de bi sedema li Hindistanê 26 geştiyar hatibûn kuştin û 20 kes jî birîndar bûbûn ji bûyerê Pakistanê berpirs girtibû û di 7ê Gulanê de li hedefên terorê yên li Pakistanê xistibû. Pakistan ragihandinbû ku li leşkerên Pakistanê xistiye lê Hindistan vêya red kiribû.

Paşî, di navbera her dû welatan de agirbesekî heya 10ê Gulanê hatibû ragihandin. Niha wezîrê karên derve yê Pakistanê İshaq Dar ragihand ku agirbes heya 18ê Gulanê hatiye dirêjkirin. Biryara dirêjkirinê di encama hevdîtinên di navbera heyetên leşkerî yên her dû welatan de ku di 14ê Gulanê de civiyabûn, hat dayîn. Dar got ku divê di navbera her dû dewletan de diyaloga siyasî bêkirin.

Piştî kuştina 26 geştiyaran, Hindistanê operasyona Marsoosê dabû destpêkirin û di êrîşan de ji Pakistanê 51 kes û ji Hindistanê 31 kes hatibûn kuştin.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.