Li Îtalya û Fransayê alarma germê û lehiyan: Mirî hene

Li Îtalya û Fransayê alarma germê û lehiyan: Mirî hene

PeyamaKurd- Pêla hewaya germ li seranserê Ewropayê bandora xwe didomîne. Li Îtalyayê ji ber lehiyê û germa zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Fransayê jî ji ber germa zêde li 16 herêman alarma sor hat dayîn û nêzîkî hezar û 350 dibistanên dewletê bi awayekî demî yan jî bi tevahî hatin girtin.

Li bajarê Bologna yê li bakurê Îtalyayê, li cihekî înşaetê karkerê 47 salî, di dema rijandina betonê de ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest da. Li gelek herêmên welêt heta 31ê Tebaxê di saetên herî germ ên rojê de çalakiyên kar ên li derve hatin qedexekirin. Li 21 bajaran, di nav de Roma, Mîlano û Venedîk, ji ber germa zêde alarme hat dayîn. Li Romayê germahî li ser 40 pileyî hat dîtin.

Herwiha, ji ber baranên dijwar, Çemê Frejus li bakurê welêt lehî rabû. Li komûna Bardonecchia ya geştyarî ya li rojavayê Torîno, 1 kesê 70 salî, piştî ku ji wesayitê peya bû di lehiya ji ber barana dijwar de hat kişandin û jiyana xwe ji dest da.

Ji ber guherîna avhewayê, bûyerên hewayê yên awarte her diçe zêdetir û dijwartir dibin, pêlên hewaya germ, ziwabûn û lehiyan di nava çend rojan de zêde bûne.

Li paytexta Fransayê, Parîsê jî ji ber germa zêde alarma sor hat dayîn. Ajansa Meteorolojiyê Meteo France, ji bo 16 herêman, di nav de Val-d'Oise, Yvelines, Parîs, Seine-Saint-Denis, Val-de-Marne, Hauts-de-Seine, Seine-et-Marne, Essonne, Aude, Yonne, Loiret, Loir-et-Cher, Cher, Indre-et-Loire, Indre û Vienne, alarma pêla hewaya germ a sor weşand.

Terasa Birca Eyfelê ya navdar a cîhanê ya li Parîsê ji mêvanan re hat girtin. Li Parîsê hat gotin ku di wesayîtên veguhestina giştî de 30 hezar şûşe av wê bê belavkirin. Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê jî ragihand ku ji ber germa zêde nêzîkî hezar û 350 dibistanên dewletê wê bi qismî an jî bi tevahî bên girtin.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.