Ukraynayê êrîşî fabrîkayeke Rûsyayê kir: 3 kuştî, 35 birîndar

Ukraynayê êrîşî fabrîkayeke Rûsyayê kir: 3 kuştî, 35 birîndar

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di encama êrîşa bi balafirên bêmirov (Drone) a Ukraynayê li ser fabrîkayeke li bajarê Îjevsk ê Rûsyayê de 3 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.

Rayedarekî ewlehiyê yê Ukraynayî jî ragihand ku tesîsa Kupol a ku drone û sîstemên parastina hewayî hildiberîne, hatiye hedefgirtin.

Aleksandr Breçalov, serokê Komara Ûdmûrtyayê ya girêdayî Rûsyayê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku Ukraynayê bi balafirên bêmirov êrîşî fabrîkayeke li bajarê Îjevsk kiriye.

Breçalov ragihand ku es mirine û 35 kes jî birîndar bûne. Breçalov destnîşan kir ku wî rewş ji Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re ragihandiye, lê navê fabrîkaya hatîye hedefgirtin parve nekir.di êrîşê de 3 k

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.