Artêşa Amerîkayê li Deryaya Karayîpan êrîşî keştiya Venezuelayê kir: 6 kuştî

Artêşa Amerîkayê li Deryaya Karayîpan êrîşî keştiya Venezuelayê kir: 6 kuştî

PeyamaKurd- Wezîrê Bergiriya DYAyê Pege Hegseth ragihand ku di operasyona artêşa Amerîka ya li ser keştiyekê li Deryaya Karayîpan de ku madeyên hişbir (tilyakê) bar kirîbû, 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hegseth li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li ser fermana Serokê DYAyê Donald Trump, êrîş li ser keştiyeke rêxistina tawana navneteweyî ya Venezuelayî ya bi navê "Tren de Aragua" ku li Deryaya Karayîpan qaçaxçîtiya madeyên hişbir dike, hatiye kirin.

Hegseth tekez kir ku îstixbarata DYA'yê zanibû ku keştî li ser rêyeke qaçaxçîtiya madeyên hişbir a naskirî dimeşe û madeyên hişbir tê de hatine barkirin. Hegseth diyar kir ku di êrîşa ewil a li avên navneteweyî û bi şev pêk hat de, 6 kesên di keştiyê de hatine kuştin.

Hegseth wiha got: "Heke hûn narkoterorîstek bin ku di nîvqada me de qaçaxçîtiya madeyên hişbir dikin, em ê wekî ku me bi El-Qaîde re kir, bi we re jî bikin. Şev û roj em ê torên we nexşe bikin, em ê li pey zilamên we bikevin, em ê we nêçîr bikin û bikujin."

Di 7 êrîşên artêşa DYA'yê yên li dijî qaçaxçiyên madeyên hişbir ên navneteweyî yên li Karayîpan de 32 û di 2 êrîşên li Okyanûsa Pasîfîk de jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.