Awistralyayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Sûriyê
PeyamaKurd- Hikumeta Awistralyayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Sûriyeyê û ragihand, hîn jî metirsiyeke mezin li ser ewlehiya sivîlan heye.
Wezareta Karên Derve ya Awistralyayê bi daxuyaniyekê ragihand, rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê hêj aram nebûye û li deverên cûda pevçûn didomin ku dibin sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek mezin a sivîlan.
Wezaretê bang li hemû welatiyên xwe yên li Sûriyeyê kir ku li deverên ewle bimînin û di zûtirîn demê de ji wan derkevin. Wezaretê destnîşan kir ku îhtîmal heye balafirgeh û deriyên sînor bêyî hişyariyeke pêşwext jî werin girtin.
Wezaretê da zanîn, ji ber êrîş û pevçûnên çekdarî dibe ku deriyên bejahî yên bi Lubnanê re jî werin girtin û ji kesên ku dixwazin di Lubnanê re derbas bibin xwest ku bi desthilatên têkildar ên welatên derdorê re hemahengiya pêşwext bikin.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.