WSJ: DAIŞê li Sûriyê bi teknîkên nû tevgera xwe zêde kiriye

WSJ: DAIŞê li Sûriyê bi teknîkên nû tevgera xwe zêde kiriye

PeyamaKurd- Rojnameya Wall Street Journalê ragihand ku tevgerên çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê zêde bûne û diyar kir, vekişîna leşkerên Amerîkayî ji Rojavayê Kurdsitanê bûye sedem ku çekdarên DAIŞê çalakiyên xwe zêde bikin.

Rojnameyê bal kişand ser ku Amerîkayê li Nîsana 2025ê biryar da ku hejmara leşkerên xwe ji du hezar serbazên bo hezar û 500 serbazan kêm bike, ku piraniya wan li Dêrazorê hatibûn binecihkirin.

WSJê da zanîn, çekdarên DAIŞê teknîkên xwe yên şer guhertine, di şaneyên piçûk de ku ji pênc endaman zêdetir nînin tevdigerin û ji ber têkiliya domdar a di navbera şaneyên li bajar û deverên cuda cuda de, naskirin û girtina wan dijwar ybûe.

Li gorî nûçeyê, çekdarên DAIŞê kincên leşkerî li xwe nakin da ku neyên naskirin, herwiha di nav sivîlên deverê de dijîn, ku piraniya wan welatiyên Sûriyeyê ne.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.