Tayland û Kamboçyayê peymana aştiyê îmze kir
PeyamaKurd- Di navbera Tayland û Kamboçyayê de, bi merasîmeke dîrokî li paytexta Malezya Kuala Lumpurê peymana aştiyê hate îmze kirin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump beşdarî civîna Yekîtiya Neteweyî ya Asyayê ya Başûrê Rojhilat (ASEAN) li Malezyayê bu û şahidiya îzmekirina peymanê kir.
Nûnerên peyabilind ên herdu welatan beşdarî merasîma îmzeya peyanmê bûn. Di heman demê de dîplomatên amerîkî li kêleka Trump beşdarî merasîmê bûn.
Peymana aştiyê ya di navbera herdu welatan de wekî gaveke dîrokî hate nirxandin ku sînorekî dirêj di navbera herdu welatan de heye û alozî jî heta niha berdewam bû.
Li gorî peymanê dê hemû tevgerên leşkerî li ser herêmên sînor werin rawestandin, komîteyên hevbeş ji bo çavdêriya pratîzekirina xalên itîfaqê werin avakirin û divê tu alî binpêkirinan nekin. Di peymanê de herwiha xalên ji bo pêşxistina aborî û çandî ya di navbera herdu welatan de cî girtin.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.