Medya Erebî: Di têkiliyên Moskow û Şamê de Îsraîl her tim heye
PeyamaKurd- Rojnameya El Ereb ragihandiye ku têkiliyên di navbera Moskow û Şamê de, ji ber berjewendiyên berfireh ên Rûsyayê li Sûriyeyê, di nav de baregehên wê yên Himêmîm û Tartusê de, ji nû ve diguherin, lê niyeta Moskowê ya vekişîna ji welat, ligel guhertina rejîma desthilat jî nîn e.
Rojnameyê daye zanîn, şopînerên rewşa Sûriyeyê hişyarîya nêzîkatiye Rûsyayê dane, nexasim ku helwesteke zelal a serokê Amerîkayê Donald Trump nehatiye diyarkirin û helwesta Ewropayê ya redkirina şerê Rûsya li Ukraynayê.
Rojnameyê destnîşan kir ku serokê Sûriyeyê Ehmed Şera rola Moskowê ya di şerê ku rejîma berê bi piştgiriya Îranê dide meşandin de, paşguh kiriye. Balafirên Rûsyayê di parastina perava Sûriyeyê de di 2015ˋan de roleke teware lîst. Li gorî çavkaniyan ji rojnameyê re eşkere kiriye, serdana Şera ya Moskowê bêyî peywendiya Tirkiyeyê pêk nedihat, ew jî bi saya têkiliyên baş ên Erdogan û Putin e.
Di rojnameyê de hat diyarkirin ku di têkiliyên Şam û Moskowê de Îsraîl her amade ye û egera zêdebûna hebûna wê di dema pêş de zêde ye, ew jî bi sedema krîza rewşa Sûriyeyê û tunebûna berjewendiyên niştimanî yên di navbera pêkhateyên siyasî de ye.
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.