Ax û qada hewayî ya Iraqê ji bo êrîşkirina li ser Îranê nayê bikaranîn

Ax û qada hewayî ya Iraqê ji bo êrîşkirina li ser Îranê nayê bikaranîn

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim el-Arajî û Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî doh (20ê Cotmeha 2025an) li Tehranê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Arajî diyar kir ku Iraq dê nehêle ku ax an qada hewayî ya wê ji bo gefkirina Îranê an jî ti welatekî cîran were bikaranîn, û tekez kir ku Bexdayê bi tevahî pabendbûna xwe bi peymana ewlehiyê ya bi Tehranê re heye re heye.

Qasîm Arajî got, "Hikûmeta Iraqê ji bo xurtkirina aramiya herêmê û pêşîgirtina li her aloziyek ku dikare ewlehiya herêmî tehdît bike dixebite."

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê tekez kir ku Iraqê bi fermî li dijî Îsraîlê gilînameyek li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tomar kiriye, û ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di Civîna Bilind a Erebî û di civînên bi serokên din re dubare kir ku Bexda bikaranîna qada hewayî ya Iraqê ji bo êrîşkirina li ser Îranê red dike.

Arajî, bal kişand ser beşdariya Iraqê di Civîna Bilind a Şarm el-Şêx de, diyar kir ku herêm bûye hedefa êrîşên Îsraîlê û divê peymana agirbestê ya li Xezzeyê neyê binpêkirin.

Qasim Aracî got, "Iraq li dijî her cure cezayan li dijî welatên din e. Em bawer dikin ku divê pirsgirêk bi rêya diyalog û dîplomasiyê werin çareserkirin."

Elî Larîcanî kêfxweşiya xwe ya ji bo mazûvaniya Qasim Aracî anî ziman û diyar kir ku Iraq û Îran welatên dost û bira ne.

Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.