Netanyahu: Me 153 ton bombe avêtin

Netanyahu: Me 153 ton bombe avêtin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu qebûl kir ku wan agirbest binpê kiriye û doh ragihand ku di êrîşên li ser Şerîda Xezzeyê de 153 ton bombe hatine bikaranîn.

Li gorî Ajansa Anadolu (AA), Netanyahu di axaftina xwe ya vekirina Parlamentoyê de derbarê êrîşên ku wan li ser Xezzeyê tevî agirbestê kirine de daxuyanî da.

Netanyahu got, "Agirbest ji bo Hamasê ne sedemek e ku me tehdît bike. Her êrîşek li dijî me wê pir biha be."

Netanyahu îdia kir ku Hamasê agirbest binpê kiriye, bi van daxuyaniyan binpêkirin piştrast kir:

"Di dema agirbestê de du leşker hatin kuştin. Hamasê tavilê hîs kir ku em qels dibin. Me bi 153 ton bombeyan li seranserê Şerîda Xezzeyê bi dehan hedefan xistin."

Îsraîlê doh êrîşên hewayî li ser deverên cûda yên Xezzeyê da destpêkirin, îdia kir ku Hamasê li Refahê, li başûrê Şerîda Xezzeyê, hêmanên artêşa Îsraîlê hedef girtiye.

Lîwayên Îzzeddîn el-Qesam, baskê çekdarî yê Hamasê, daxuyaniyek da û ragihand ku ew pabendî agirbestê ne û tu eleqeya wan bi bûyerên Refahê re tune ye.

Çavkaniyên Filistînî yên li Xezeyê îdia kirin ku Hamas li herêmê bi komên çekdar ên bi serokatiya Yasir Ebû Şebab re, ku artêşa Îsraîlê çekdar kiribûn, şer dike.

Artêşa Îsraîlê piştî êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezzeyê, ji nû ve destpêkirina agirbestê ragihand.

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.