CNN: Hevdîtina Trump û Pûtîn dibe ku were bipaşxistin, danûstandinên destpêkê zehmet derbas dibin

PeyamaKurd – Tevî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trumpê ku di hefteyên pêş de li Bûdapeştê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re dicive da ku li ser bidawîkirina şerê Rûsya-Ûkraynayê gotûbêj bike, çavkaniyên agahdar ji CNNê re diyar kirin ku dibe ev hevdîtin ji bo niha were paşxistin.
Trump piştî hevdîtina xwe ya roja Pêncşemê bi Pûtîn re ragihandibû ku wan li hev kiriye ku "hefteya bê bi şêwirmendên wî yên payebilind re hevdîtinekê bikin." Wî her wiha li ser Truth Socialê gotibû ku "danûstandinên destpêkê yên bi DYAyê re wê ji aliyê Wezîrê Derve Marco Rubio û berpirsên din ên ku dê werin destnîşankirin ve werin birêvebirin."
Lê belê, rayedarekî Qesra Spî ji CNNê re piştrast kir ku civîna plankirî ya di navbera Wezîrê Derve Marco Rubio û hevtayê wî yê Rûsî Sergey Lavrov de ji bo niha hatiye bipaşxistin. Sedema bipaşxistinê bi tevahî ne diyar e, lê çavkaniyekê diyar kir ku Rubio û Lavrov li ser bidawîkirina dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê "hêviyên cuda" hebûn.
Ne zelal e ka ev paşxistina civîna destpêkê dê çawa bandorê li ser hevdîtina sereke ya Trump-Pûtîn bike, ya ku tê payîn li Bûdapeştê pêk were.
Cîgira Sekretera Çapemeniyê ya Qesra Spî, Anna Kelly, ji CNNê re got: "Serok Trump bi berdewamî ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane û dîplomatîk ji bo bidawîkirina vî şerî û rawestandina qetlîamê xebitiye. Wî bi wêrekî bi her du aliyan re danûstandin kiriye û dê her tiştê ku ji destê wî tê bike da ku aştiyê pêk bîne."
Rubio û Lavrov roja Duşemê bi telefonê axivîn û li ser "gavên din" ên ji bo bidawîkirina şer nîqaş kirin. Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got ku Rubio "giringiya hevdîtinên pêşerojê wekî derfetek ji bo Moskow û Washingtonê tekez kir ku ji bo dîtina çareseriyek mayînde ji bo şerê Rûsya-Ûkraynayê, li gorî vîzyona Serok Trump, hevkariyê bikin." Kremlînê jî civîn wekî "civîneke avaker" binav kir.
Lê belê, çavkaniyekî agahdar ji CNNê re diyar kir ku piştî civîna Rubio-Lavrov, rayedaran destnîşan kirine ku helwêsta Rûsyayê neguheriye. Tevî vê yekê, Rubio pêşniyaz nake ku civîna Putin-Trump ji bo niha were paşxistin, û dibe ku ew û Lavrov vê hefteyê dîsa bicivin.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.




