Operasyona piştî 'meşa Ocalan' li Diyarbekirê: 8 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Piştî meşa roja 18ê Cotmeha 2025an a li Amedê ku tê de "Mafê Hêviyê" ji bo Abdullah Ocalan hatibû xwestin, îro serê sibê operasyonên serdegirtinê li gelek navnîşanan hatin kirin. Di encama van operasyonan de, heşt endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gel (DEM Partî) hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên berdest, hêzên ewlehiyê îro danê sibê bi ser malên welatiyan de girtin û 8 ciwanên ku beşdarî meşa pêr bûbûn, desteser kirin.
Ev pêşhat di demekê de ye ku duh Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê, Alî Yerlîkaya, li Amedê civîneke ewlehiyê pêk anîbû. Piştî civînê, Yerlîkaya bi gotinên tûj beşdarên meşê rexne kiribû û anîbû ziman ku di meşê de "peyva dijmin li ser polîsan hatiye bikaranîn."
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.




