Rejîma Îranê mamosteyekî Zanîngeha Merîwanê girt; çarenûsa wî ne diyar e

Rejîma Îranê mamosteyekî Zanîngeha Merîwanê girt; çarenûsa wî ne diyar e

PeyamaKurd – Hesen Ferecî, mamosteyekî li Zanîngeha Azad a Merîwanê, ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaatê ve li Merîwanê hatiye girtin. Piştî sê rojan ji girtina wî, hîn jî agahî derbarê çarenûsa wî de tune ne.

Li gorî rapora ku Saziya Mafên Mirov a Hengawê ragihandiye, roja Sêşemê, 14ê Cotmeha 2025an, Hesen Fereciyê ku pisporê fîzyolojiya werzişê ye û endamê Desteya Zanistî ya Zanîngeha Azad a Merîwanê ye, li cihê karê xwe hatiye girtin. Piştî girtinê, ew ji bo cihekî ne diyar hatiye veguhastin.

Çavkaniyek nêzîk ragihandiye ku Ferecî, di dema binçavkirinê de, heta niha nikarîbûye bi malbata xwe re têkiliyê dayîne. Hewldanên malbata wî yên ji bo wergirtina agahiyan derbarê wî de jî bê encam mane.

Heta niha, tu agahiyeke fermî li ser sedemên girtina Hesen Ferecî, tohmetên li dijî wî, cihê binçavkirina wî, an jî rewşa wî ya niha nehatiye eşkere kirin.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.