Dadgeha Îranê cezayê îdamê da 4 welatiyên Belûç

Dadgeha Îranê cezayê îdamê da 4 welatiyên Belûç

PeyamaKurd- Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî, bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 welatiyên xelkê Beluçistanê yên bi navê Eydo  Şebexş, Ebdulxenî Şebexş, Ebdurehîm Qenberzahî û Suleyman Şebexş ji aliyê liqa 28 ya Dadgeha Şoreşa Tehranê ve bi cezayê darvekirinê hatin mehkûmkirin.

Hate gotin, her çar welatî bi tometa ‘serhildan û avakirina komên dijî rejîma Îranê’ hatine tawanbarakirin û cezayê îdamê li ser wan hatiye sepandin.

Hêjayî gotinêye ku seroka beşa karûbarên Îranê li Parlamentoya Ewropayê Hannah Neumann, li ser rûpela xwe ya fermî ya Xê ragihand ku tevî li Îranê agirbest hatibe ragihandin jî, hikûmeta Îranê vê yekê ji bo tepeserkirin, îşkence û darvekirina dijber û kesên ji bo azadiyê xebatê dikin bi kar tîne.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.