Îsraîl: "Me Xameneyî hedef girt lê derfeteke operasyonel nedît"

Îsraîl: "Me Xameneyî hedef girt lê derfeteke operasyonel nedît"

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku welatê wî Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî hedef girt lê ji ber ku derfeteke operasyonel peyda nekir, nekarî planê bicîh bîne.

Katz di hevpeyvînekê de bi kanala televîzyonê ya Îsraîlê Kan re got, "Me dixwest di dema operasyonê de Xameneyî bêbandor bikin, lê derfeteke operasyonel tunebû ku em wiya bikin."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê got, "Ez difikirim ku ger Xameneyî di qada dîtina me de bûya, me ê wî ji holê rakiriba. Lê Xameneyî ev yek fêm kir, pir kûr çû û têkiliya xwe bi fermandarên ku şûna fermandarên ku hatine ji holê rakirin girtin qut kir."

Dema ku ji Katz hat pirsîn ka wê DYA çi bertek nîşanî planeke wisa bide, wî got, "Ji bo tiştên wisa destûr ne hewce ye."
Katz bi gotina "Ger ew rastî me hatiba, me ê ew bikuştiba" li ser biryardariya Îsraîlê tekez kir.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.