ÎDÎA: Wê Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî li Enqerê bi Ocalan re bicivin

ÎDÎA: Wê Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî li Enqerê bi Ocalan re bicivin

PeyamaKurd- Serokê Navenda Şêwirmendî û Lêkolînên Stratejîk a TEMELê Abdurrahîm Temel (Semawî) di bultena Rûdawê de li ser pêvajoya çekdanîn û xwefesihkirina PKKê û geşedanên li ser mijara çareseriyê axivî.

Temel îdia kir ku wê Serok Mesûd Barzanî û Mazlûm Ebdî li Enqere ya paytexta Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan re bicivin.

Beşek ji gotinên Abdurrahîm Temel ên li ser pêvajoya Îmraliyê wiha ne:

 “Li hundirê vê hefteyê de dê şandeya DEM Partiyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive û dê her du alî gotinên xwe yên dawî ji hevdû re bêjin.

Her du alî jî bi hevdû bawer in û ji hevdû bawer in. Biryar bû 15ê Tîrmehê Parlamentoya Tirkiyeyê bê girtin û girtina Parlamentoya Tirkiyeyê jî hat bipaşxistin.

Heta ji bo çekdarên PKKê û girtiyên siyasî jî yasa neyên derxistin dê parlamento neyê girtin. Di nava mehekê de dê ji bo gerîlayan û girtiyên siyasî li parlamentoyê yasa bên derxistin.

‘Wê Ocalan li parlamentoyê biaxive’

Di nava mehekê de dê Ocalan bi xwe jî dê bê parlamentoyê yan dê peyama wî li parlamentoyê bê xwendin. Abdullah Ocalan di pêyama xwe de dê wan gavan bîne zimên.

Ocalan di peyama xwe de dê behsa lihevkirina xwe ya bi dewletê re bike û dê peyama ji Kurdên Rojhilata Navîn re bişîne.

Ew dê eşkere bike bê ka dê ji niha û bi şûn de dê çawa siyasetê bike dê wê pêvajoyê bîne zimên. Hikûmeta Tirkiyeyê jî dê rê li ber Ocalan veke ku siyasetê bike.”

‘Wê çekdarên PKKê demekê li Dihok û Silêmaniyê bimînin’

“PKK dê çekên xwe teslîmî artêşa Tirkiyeyê bike. Ez naxwazim behsa teslîmiyetê bikim teslîmiyet cuda ye danîna çekan cuda ye. PKK dê çekên xwe deyne.

PKK dê li 5 cihan çekan deyne û ekîba Ocalan serperiştiya vî karê stratejîk dike. Ew kesên ku Ocalan dixwaze tên Enqerê û Îmraiyê û bi (Ocalan) re hevdîtinê dikin.

25 kes li ser vê meseleyê bi Ocalan re kar dikin. 11 – 12 kes ji wan girtî ne. Ji Qendilê, ji Hewlêrê ji Rojava û ji Ewropayê jî kes diçin û tên û dewleta wan dibe û tîne. Di dema çavdêriya danîna çekan de dê tenê Herêma Kurdistanê hebe ji bilî wê dê ti kes tunebe.

Piştî çekdanînê gerîla dê demekê li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê bimînin û piştî ku yasa hatin derxistin dê vegerin Tirkiyeyê. Ew nayên girtin û dê hinek ji wan di bin çavdêriya dewletê de bin lê wekî min got ti kes ji wan nakeve girtîgehê.

Ew dê bi rêya dijîtal ji hêzên ewlehiyê re cihên xwe diyar bikin û ev yek jî dê demkî be. Piştî bi salekê 2 salan dê ew pêvajo jî bi dawî bibe û ew kesên ku bixwazin dikarin bixwînin bazirganiyê bikin û siyasetê bikin.”

‘Wê Ocalan li Enqerê bi Serok Barzanî û Ebdî re bicive’

Serokê Navenda Şêwirmendî û Lêkolînên Stratejîk a TEMELê li ser daxwaza Abdullah Ocalan a hevdîtina bi Serok Barzanî re jî wiha got:

“Amadehiya wê yekê tê kirin ku Abdullah Ocalan bi Serok Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî re li Enqereyê bicive. Enqere wê amadehiyê dike. Li Enqereyê amadehiya wê yekê tê kirin. Mezlûm Ebdî jî û Kak Mesûd Barzanî jî dê li Enqereyê bibin mêvan.”

Ev nivîs 137 car hatiye xwendin.