Li Amêdiyê ji ber topbarana Tirkiyeyê agir bi zevî û daristanê ket

Li Amêdiyê ji ber topbarana Tirkiyeyê agir bi zevî û daristanê ket

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku duh topxaneyên artêşa Tirkiyeyê li navçeya çiyayî ya Amêdiyê, li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, êrîşên dijwar li dijî cihên gumanbar ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêk anîn. Ev êrîş bûn sedema şewatên mezin ên ku zeviyên çandiniyê û daristanên herêmê wêran kirin.

Li gorî nîştecihên herêmê, êrîşên li ser çiyayê Garê, ku yek ji deverên sereke yên operasyonên Tirkiyê li dijî PKKê ye, zêde bûne.

Bombebaranê zirareke mezin a madî gihandiye zeviyên çandiniyê û çêregehên xwezayî, lê hêj asta tam a ziyanan nehatiye diyarkirin. Nîştecihên herêmê metirsiyên xwe li ser bandorên van êrîşan li ser jiyana sivîlan û jîngeha xwezayî anîn ziman.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.