Trump ji bo hevdîtina bi Pûtîn re şert danî
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew tu danûstandinan bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re pêk nayîne heta ku Moskow di gihandina peymana bidawîkirina şerê Ukraynayê de cidiyeta xwe nîşan nede.
Trump dubare got, "Ew naxwaze "dema xwe di danûstandinên neberhemdar de winda bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew tu demekê ji bo danûstandinan bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re destnîşan nake, heta ku Pûtîn di gihandina peymana ji bo dawîlêanîna şerê li Ukraynayê de cihdiyeta xwe nîşan nede."
Trump got, "Divê ez bizanin ku em ê bigihin peymanekê, ez ne amade me ku dema xwe winda bikim."
Herwiha Trump diyar kir ku "Di navbera min û Viladimîr Pûtîn de dostaniyek xweş heye, lê vê mijarê pir bêhêvî kirim."
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.