SOHR: Li Sûriyê ciwanê Xirîstiyan bi fîdyeyê hate berdan

SOHR: Li Sûriyê ciwanê Xirîstiyan bi fîdyeyê hate berdan

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundewarên Şamê ciwanekî Xiristiyan hatiye revandin û piştî dayîna pereyekî zêde hatiyee berdan.

SOHRê daye zanîn, di 16ê Cotmehê de ciwanekî Xiristiyan, li ser rêya Meret Sêdnaya yê gundewarê Şamê hatiye revandin.

SOHRê diyar kir, piştî axaftinên ne eşkerekirî di navbera malbata ciwan û kesên ew revandin de, li hember miqdarek mezin peryan hatiye berdan.

Çavdêriyê daye xuyakirin ku li herêmên hikumeta veguhêz kiryarên revandin, qetilkirin û hwd zêde bûne û tawan têne paşguhkirin.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.