Li Amerîkayê 130 milyon dolar bexşa ji bo meaşê leşkeran bû sedema nîqaşan
PeyamaKurd- Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ji ber daxistine hikûmetê û zehmetiya dayîna meaşên leşkeran, dest bi wergirtina bexşan kir.
Hate diyarkirin ku niha bi taybetî wergirtina 130 mîlyon dolar bexşîna ku çavkaniya wê ne diyar e, bûye sedema nîqaşên mezin ên etîkî li Amerîkayê û li her du baskên Kongreyê jî fikar çêkirine.
Serokê saziyeke bêalî Max Stier, ev wekî "dînîtî" bi nav kiriye û banga zelalkirina mijara yasayîbûna bexşînê kiriye.
Li gorî medyaya Amerîkî, meaşê nêzîkî 46 hezar leşkerên "du-statû" (teknîsyenên leşkerî) dê neyê dayîn. Rêziknameyên Pentagonê yên derbarê bexşînên ji 10 hezar dolaran zêdetir e ku tê de zelalkirina daxwazên bexşîner ên berê û şêwirîna bi rayedarên etîkê re pêwîst e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, kesê ku 130 mîlyon dolar bexşandiye wekî "welatparêz" bi nav kiriye û gotiye ku ew "hevalê" wî ye, lê naxwaze navê wî were eşkerekirin. Pentagonê piştrast kiriye ku wan alîkarî di bin "desthilata giştî ya wergirtina bexşînê" de wergirtiye.
Ev nivîs 18 car hatiye xwendin.