DYA: Tenê çend roj mane ku Hamas agirbestê qebûl bike!

DYA: Tenê çend roj mane ku Hamas agirbestê qebûl bike!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê DYAyê Marco Rubio diyar kir ku Îsraîl bombebarana bajarê Xezzeyê didomîne û dem ji bo Hamasê ku peymana agirbestê qebûl bike diqede.

Rubio dema ku ji Îsraîlê ber bi Qeterê ve diçû, bi rojnamevanan re axivî û got, "Îsraîliyan li wir dest bi operasyonan kirine. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku demek pir kurt heye ku peymanek çêbibe. Êdî me meh tune ne; dibe ku tenê roj hebin, dibe ku çend hefte."

Di vê navberê de, li gorî Jerusalem Post, Artêşa Îsraîlê êrîşeke nû ya bejayî li dijî bajarê Xezzeyê daye destpêkirin.

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.