110 TIR alavên leşkerî û lojîstîk derbasî Rojava bûn

110 TIR alavên leşkerî û lojîstîk derbasî Rojava bûn

PeyamaKurd- Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike, bi dehan barhilgirên bi alavên leşkerî û lojîstîkî barkirî derbasî bingehên xwe li Rojavayê Kurdistanê kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)  ragihand, ji destpêka meha Îlonê ve Hevpeymaniya Navdewletî 107 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û lojîstîkî ji Herêma Kurdistanê bi rêya dergehê Welîd derbasî bingehên xwe li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

SOHRê diyar kir ku ji bilî 107 barhilgiran, 3 balafirên barhilgir jî gihiştine bingehên herêmê.

Herwiha hate diyarkirin ku di meha Îlonê de hêzên Hevpeymaniyê hejmarek operasyonên ewlehiyê ligel HSDê encam dane û bi dehan kesên bi ser Rêxistina DAIŞê ya terorîst ve girtine.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.