Li bajarê Osmaniye di dukkanê de 2 cesed dîtin

Li bajarê Osmaniye di dukkanê de 2 cesed dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Osmaniye xwediya dukkanê Melek K. û hevalê wê yê ku ji zîndanê bi îzin derketibû derve, yê bi navê Abdullah Y. ku hatibû seredana wê, di dukkanê de mirî hatin dîtin. Bûyer kuştine an xwe kuştine tê vekolîn.

Xwediya dukkanê Melek K. 3 roje ku jê xeber tinebû. Polîs niha li ser bûyerê xiebite. Li ser gilîkirina xelkê ku ji dukkanê bêhna nexweş dihat, polîs xwest xwe bigihîne xwediya dukkana xişra Melek K., vê carê polîs bi mirovên wê re ket nav têkiliyan. Bi mirovên wê re polîs çû dukkanê û dîtin ku di beşa depoya dukkanê de 2 cesed hene.

Cenazê her dû kesan ji bo otopsiyê birin morga nexweşxanê lê piştî otopsiyê wê diyar bibe bê sedema mirina wan çiye.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.