Emîrê Qeterê: Netanyahu xeyal dike devera Erebî bikeve bin bandora Îsraîlê

Emîrê Qeterê: Netanyahu xeyal dike devera Erebî bikeve bin bandora Îsraîlê

PeyamaKurd- Piştî êrîşa Îsraîlê ya hefteya borî Emîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hemad Al Sanî, di Lûtkeya Awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHI) û Yekîtiya Erebî de axivî û got, "Netanyahu xeyal dike ku herêma Erebî veguherî qada bandora Îsraîlê. Ev xeyaleke metirsîdar e."

Lûtkeya Awarte ya Ereban, îro 15ê Îlonê piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê bi lez û bez li Dohayê hat lidarxistin.

Emîrê Qeterê destnîşan kir ku ev êrîş “Hem binpêkirina eşkere ya serweriya dewletê ye, hem jî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ev êrîşekî tirsonek e.”

Al Sanî diyar kir ku welatî û niştecihên herêmê ji ber vê "êrîşa tirsonek" matmayî mane û got, "Êrîşa Îsraîlê eşkere, xayinane û tirsonek e. Şerê Îsraîlê yê li ser Xezeyê êdî veguheriye jenosîdekê."

Emîrê Qeterê, welatê xwe wekî welatekî navbeynkar, hewl dide ku şerê wêranker ê li ser gelê Filistînî yê li Şerîda Xezeyê bi dawî bîne û got, "Li gel hewldanên Misir û Amerîkayê, lihevkirinek di navbera Îsraîl û Hemasê de dihat kirin. Di encama van hewldanan de, gelek girtî hatin berdan. Lê Îsraîl, bi israr şer didomîne."

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.