Trump banga kêmkirina faîzê kir.

Trump banga kêmkirina faîzê kir.

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bang li Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) kir ku rêjeyên faîzê tavilê û ji ya ku tê texmînkirin zêdetir kêm bike.

Trump li ser hesabê xwe yê tora medya civakî Truth Social parvekirinek kir û bang li Serokê FEDê Jerome Powell, ku navê "Pir dereng" lê kiriye kir û got, "Divê 'Pir dereng' niha û ji ya ku di mejiyê wî de ye zêdetir faîzê kêm bike. Bazara xaniyan dê ber bi asîmanan ve biçe."

Civîna Komîteya Bazara Vekirî ya Federal (FOMC) ya FEDê ya ku dê du rojan bidome û biryarên wê roja Çarşemê bên eşkerekirin, dê sibe dest pê bike. Li gorî nirxên li ser bazarên diravî, tê payîn ku roja Çarşemê faîza polîtîkayê 25 xalên bingehîn kêm bibe. Rêjeya faîza polîtîkaya Fedê niha di navbera ji sedî 4,25 û 4,50 de ye.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.