Erdhejek bi hêza 5.8 li Hindistanê çêbû!

Erdhejek bi hêza 5.8 li Hindistanê çêbû!

PeyamaKurd - Erdhejek bi hêza 5.8 li bakurê rojhilatê Hindistanê hat ragihandin.

Hindistan Timesê Navenda Neteweyî ya Sîsmolojiyê ya Hindistanê (NCS) erdhejek bi hêza 5.8 li navçeya Udalguri ya eyaleta Assamê ragihand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku erdhej, ku di saet 4:41ê piştî nîvro de bi dema herêmî çêbû, di kûrahiya 5 kîlometreyan de hat tomarkirin.

Erdhej li Bangladeş û Bûtana cîran jî hat hîskirin. Heta niha tu qurbanî an zerar nehatine ragihandin.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.