Çîn li Deryaya Başûrê Çînê dewriyeya leşkerî kir

Çîn li Deryaya Başûrê Çînê dewriyeya leşkerî kir

PeyamaKurd - Çînê ragihand ku li Deryaya Başûrê Çînê dewriyeyên leşkerî kirine û got, "Em bang li aliyê Fîlîpînî dikin ku dev ji provokasyon û kiryarên xwe yên ku rageşiyê zêde dikin berde."

Dewriye bi tetbîqata leşkerî ya hevbeş a ku Fîlîpînî bi DYA û Japonya re li herêmê pêk anî re hevdem bû.
Çînê destnîşan kir ku ew li Deryaya Başûrê Çînê dewriyeyên leşkerî dike, ku li wir nakokiyên serweriyê di navbera welatên peravê de hene.

Berdevkê Fermandariya Şanoya Başûr a Artêşa Rizgariya Gel (PLA) Tien Cunli diyar kir ku leşkerên ji Fermandariyê di navbera 12 û 14ê Îlonê de li herêmê dewriyeyên rûtîn pêk anîne.

Tien destnîşan kir ku Fîlîpîn di demên dawî de hewl dide ku bi dewriyeyên hevbeş bi welatên derveyî herêmê re îdîayên xwe yên serweriyê yên neqanûnî li Deryaya Başûrê Çînê belav bike û aştî û aramiya herêmê xera bike. Wî got, "Em bang li aliyê Fîlîpînî dikin ku dev ji provokasyon û kiryarên xwe yên ku rageşiyê zêde dikin berde."

Tien tekez kir ku yekîneyên Fermandariyê ji bo parastina yekparçeyiya axa Çînê û ewlehiya neteweyî bi biryardarî di rewşa amadebaşiyê de ne û got, "Her çalakiyek ku armanc dike alozî û têkbirina aramiyê li Deryaya Başûrê Çînê bike, mehkûmî têkçûnê ye."

Balkêş bû ku dewriyeya leşkerî ya Çînê bi tetbîqata leşkerî ya hevbeş a ku ji hêla Fîlîpînan bi DYA û Japonyayê ve li herêmê hate lidarxistin re hevdem bû.

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.