Amerîkayê alîkariya HSD û Iraqê kêm kir, ya Pêşmerge zêde kir

PeyamaKurd- Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) alîkariyên xwe ji bo Wezareta Parastinê ya Iraqê û HSDê kêm kir û ji bo Hêzên Pêşmerge jî zêde kir.
Encûmena Nûneran a Amerîkayê budçeya darayî ya Wezareta Şer (Wezareta Parastinê ya berê) ji bo sala 2026ê pejirand.
Budçe 961 milyar dolar e
Budceya wê wezaretê ji bo sala bê bi qasî 961.6 milyar dolaran hatiye diyarkirin û alîkarîkirina hêzên Pêşmergeyan, hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî tê de heye.
Di budceya Wezareta Şer a Amerîkayê ya sala bê de, terxankirina darayî ji bo hêzên Pêşmergeyan ji ya Wezareta Parastinê ya Iraqê û HSDê zêdetir e.
Alîkariyên Amerîkayê ji bo Hêzên Pêşmerge hatin zêdekirin
Di budçeya Wezareta Şer a Amerîkayê ya sala bê de, 61.014 milyon dolar ji bo alîkarî û çekdarkirina hêzên Pêşmergeyan hatine terxankirin. Ev jî li gorî terxankirina sala 2025ê, 4.7 milyon dolaran zêde bûye.
Ji wê hejmarê jî, 11 milyon û 80 hezar dolar ji bo çekan, 5 milyon û 321 hezar dolar ji bo teqemeniyan, 27 milyon û 507 hezar dolar ji bo timbêlên leşkerî û 17 milyon 106 hezar dolarên din jî ji bo kinc û alavên din in.
Alîkariya hêzên Iraqê hate kêmkirin
Pentagonê 48 milyon û 419 hezar dolar ji bo alîkariya Wezareta Parastinê ya Iraqê terxan kirine. Ev jî li gorî sala 2025ê, 141 milyon dolaran kêm bûye.
Ji wê hejmarê jî, ew dê 100 mûşekên Hellfire yên bi qîmeta 12 milyon dolaran bide Wezareta Parastinê ya Iraqê, 13 milyon dolar jî ji bo pergal û alavên peywendîkirinê.
Di budçeya 2026ê de, 65 milyon û 595 hezar dolar ji bo alîkariya Dijeterora Iraqê hatine terxankirin. Ev jî 56 milyon dolaran li gorî sala borî zêde bûye. Ji vê hejmarê jî, 32 milyon dolar ji bo perwerdeyê û 33 milyon dolarên din jî ji bo çek û alavên leşkerî ne.
Alîkariya HSDê jî hat kêmkirin
Amerîka dê ji bo sala 2026ê alîkariyên xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam bike û Wezareta Şer 130 milyon dolar ji bo wan alîkariyan terxan kirine. Li gorî sala 2025ê, ew alîkarî 17 milyon dolaran kêm bûne.
Ji wê hejmarê jî, 65 milyon dolar ji bo mûçeyan, 15 milyon û 600 hezar dolar ji bo perwerde û çekan, 32 milyon û 400 hezar dolar ji bo alîkariyên lojîstîkî û milyonek û 500 hezar dolarên din jî ji bo çarekirin û werşeyan.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.





