Trump, encamnama daxwuyaniya civîna G7an îmza nekir

Trump, encamnama daxwuyaniya civîna G7an îmza nekir

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump encamnama daxwuyaniya civîna G7an ya ku li Kanadayê hat kirin, îmza nekir ji ber di encamnamê de banga daxwistina asta şerê navbera Îranê û Îsraîlê hebû. Encamname, bû sedema dijberiya navbera lîderên endamên civîna G7an.

Lîderên G7an li Kanadayê li eyaleta Albertayê li bajarê  Kananaskisê hatibûn cem hev. Li gor çapemeniyê, tevî di encamnama civîna G7an de banga daxistina asta şerê navbera Îranê û Îsraîlê hebû jî, tê de behsa mafê Îsraîlê ya xwe parastinê dikir û digot pêwiste Îran çekên nuklerî bidest nexe jî, Trump îmzakirinê red kir. Li ser mijara ku Trump tiştekî çawa dixwaze de, Koşka Sipî got:

“Di çarçova lîdertiya xwurt ya Trump de, DYA li seranserê dinyayê hewlên ji bo aştî bicîh bibe dike û dest bi serokatiya mijarê kiriye. Serok Trump wê xebata xwe dewam bike heya baş bizanibe ku Îran nabe xwediyê çekên nuklerî.”

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.